Îran: Peymana Hurmuzê bi Ummanê re ew ê di demek nêzîk de were îmzekirin
Muhsîn Rezayî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, ragihand ku di rojên pêş de ew ê bi Ummanê re peymanek derbarê korîdorek nû ya di bin kontrola Îranê de ji bo ketin û derketina ji Tengava Hurmuzê were îmzekirin.
Muhsîn Rezayî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, diyar kir ku ew ê di derbarê Tengava Hurmuzê de biryarek nû bidin û di rojên pêş de peymanek bi Ummanê re li ser korîdorek nû di bin kontrola Îranê de ji bo ketin û derketina ji Tengava Hurmuzê ew ê were îmzekirin û got, "Em ê di demek nêzîk de li dora Tengava Hurmuzê herêmek qedexekirî ragihînin."
Rezayî diyar kir ku herêma ku behsa wê tê kirin dê Tengava Hurmuz û Kendava Farisî bigire nav xwe, ji herêma di bin dorpêça deryayî ya Emrîkayê de dest pê bike, û hişyarî da ku her keştîyek ku "bê destûr" bikeve herêma nû ragihandî ew ê ji hêla Îranê ve were navnîşa reş.
Rezayî diyar kir ku welatê wî dê tedbîrên li Tengava Hurmuzê tundtir bike û got ku ev tedbîrên tundtir dê bandorek mezintir ji êrîşên mûşekî bikin. Wî got, "Em garantî dikin ku Tengava Hurmuz tenê wê demê vekirî bimîne ku Amerîkî êrîş an sabotajê nekin."
Rezayî derbarê êrîşên Îranê yên li ser keştîyên şer ên Amerîkî de got, "48 saet berê, me cara yekem moşeka xwe ya dijî keştîyan li ser keştîyeke şer a Amerîkî ceriband." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên asmanî yên li ser bajarokê Kefer Rumman li başûrê Lubnanê de, 11 kes, ku du ji wan pitik in, hatin kuştin û pênc jî birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov biryarên Almanya yên li dijî Rûsyayê wekî destpêka şerekî rastîn bi nav kir û got, "Ew (Alman) dîsa şer dixwazin."
Li gorî raporê, piştî belavbûna agahiyên derbarê kêmbûna cebilxaneya leşkerî di dema şerê Îran-Îraqê de bo çapemeniyê, Fermandarên Hevbeş ên Emrîkayê derbarê nêzîkî 50 personelên leşkerî de lêpirsînê dikin.