Îranê li Tel Avîvê xist, rejima sîyonîst êrîşê Tebrîzê kir

Îranê piştî ku rejima îşxalker televîzyona dewletê ya li Tehranê xist çend fûzeyên balîstîkî ji Tel Avîvê re şand. Rejima îşxalker jî êrîşên xwe yên li dijî Tehranê û Tebrîzê didomîne.
Ji ber tolhildana Îranê, li Tel Avîv û hinek cîhên Şerîaya Rojavayê di seatên serê sibehê de dengê teqînê hatin bihîstandin.
Çavkanîyên rejima sîyonîst, daxuyand ku li dijî Tel Avîv û Ramallahê roketên ciddî hatin avêtin. Bi tevî lêketina sîrenan bi taybetî li Tel Avîv, Hayfa û Qudsê elarm hat dayîn.
Rayedarên ewlehîya qaşo û çapemenîya mehellî, destnîşan dike ku artêşa rejima îşxalker pêlekî fûzeya nû ya ku ji hêla Îranê ve tê tespîtkirine û sîstemên parastina hewayê kirine dewrê.
Li Tel Avîv, Quds, Hayfa û Naharîyayê sîren lêketin. Berê xelkê jî didin sitargehan. Li herêma Golanê jî li hember wesayîtên hewayê ya bêînsan jî tedbîr têne girtin.
Pasdaranên Îranê diyar kirin ku di çarçoveya operasyona “Weda Sadiq-3”yan de li dijî Tel Avîv û herêmên dinê fûzeyên nû avêtine.
Rejima sîyonîst jî êrîşên xwe hem li dijî Tehran û hem jî li dijî Tebrîzê didomîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî êrîşên tolhildanê yên Îranê li ser rejîma sîyonîst, Îngilistanê malbatên karmendên xwe ji Balyozxaneya xwe ya Tel Avîv û Konsulxaneya xwe ya Qudsê bi awayekî demkî vekişand. Hikûmeta Îngilistanê hişyariya xwe ya seyahetê ji bo axên Filistînî yên îşxalkirî jî nû kir.
Di çarçoveya pêla operasyona nû ya Îranê de, baregehên îstîxbarat a li Gliotê rasterast hat hedefgirtin. Bi tevê vê derbeya ku li dilê sîyonîstan ket, “Qubbeya Hesinî” carek dinê jî bû wek kefgîrê.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, got ku veguhertina rejima bi zorê ya li Îranê xeletîyekî stratejîk e.