Êrîş li ser 2 dibistanên ku sivîl xwe sipartibûn hat kirin: Herî kêm 30 şehîd

Filistîniyên ku li Cibaliya bakurê Xezzeyê xwe sipartibûn du dibistanan, bûn hedefa rejîma sîyonîst. Di êrîşê de herî kêm 30 kes, ku piraniya wan zarok bûn, hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Êrîşên qirkirinê yên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê, ku piştî agirbestê 56 roj in berdewam dikin, bênavber berdewam dikin.
Herî dawî, di êrîşa hewayî ya li ser Dibistana Benat Cibaliya ya li Kampa Penaberan a Cibaliya li bakurê Xezzeyê de, herî kêm 15 Filistînî, di nav wan de zarok jî hebûn, şehîd bûn. Hat ragihandin ku dibistan ji bo bi sedan sivîlên ku ji ber şer neçar man malên xwe biterikînin bûye stargehek.
Êrîşa li Cibaliyeyê ligel êrîşeke din a bi heman rengî li ser dibistaneke din a sibehê pêk hat. Dibistana Fatima Bint Esed a li bajarokê Cibaliye jî bû hedefa êrîşê. Hat ragihandin ku di encama vê êrîşê de herî kêm 15 kes mirine û birîndar bûne.
Ji aliyê din ve, êrîş li deverên cuda yên Xezzeyê bênavber berdewam dikin. Di demekê de ku artêşa rejîma sîyonîst êrîşên hewayî yên dijwar li ser Xezze û Refahê pêk anîn, hate ragihandin ku gelek xanî, bi taybetî li Refahê, wêran bûne.
Karbidestên Wezareta Tenduristiyê ragihandin ku ji ber êrîşan xizmetên tenduristiya çavan gihîştine asteke hilweşînê. Hate diyarkirin ku heta niha 1500 kes çavên xwe bi temamî winda kirine û 4000 kes jî di talûkeyê de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Kalîmantana Rojhilata Endonezyayê ji ber barana zêde hezaz pêk hat û ax herikî, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Avichay Adraee, berdevkê erebî yê artêşa rejîma sîyonîst, ji xelkê sîvîl xwest ku ji sê benderên Yemenê yên di bin kontrola Ensarullahê de derkevin û îddîa kir ku ew "ji bo armancên leşkerî têne bikar anîn".
Qeter û Misirê biryara Hamasê ya berdana êsîrê Emrîkayî wekî "jesteke niyeta baş" bi nav kirin. Herdu welatan banga vegera danûstandinan li Xezzeyê ji bo agirbesteke berfireh kirin.
Li wîlayeta Bedexşana Efxenistanê di madenekî de hilweşîn pêk hat, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.