Cîzreyîyan, ji bo terawîha ewil a Meha Remezanê ku “Siltanê 11 Mehê Ye” camî û mescîdan tijî kirin. Li navçeyê di serî de Camîya Mezin û di hemû camî û mescîdan de mirovan beşdarîyekî mezin nîşan dan.
Misilmanên ku camîyan tijî kirin, di vê meha Remezanê de dilsoz bûn.
Cemaeta ku piştî nimêja Eşayê dest bi nimêja terawîhê kirin, bi tevî selewat û duayan şeva xwe îhye kirin.
Pîrek, zilam, zarok û îxtîyarên ku ji bo nimêjê hatin camîyê ji sîyonîstên ku li Xezzeyê qetlîaman li dar dixin re lenet anîtin.
Cîzreyîyên ku hêstrên xwe ji ÎLKHAyê re gotin, ji bo xelasîya Xezzeyê dua kirin.
Îdrîs Îşikli ku hatibû nimêjê weha axivî, “Meha me ya Remezanê bi xêr û bereket be. Ez ji Xwedê daxwaz dikim ku bila xatirê vê meha bimbarek qetlîama ku li Xezzeyê tê jîyandin bide sekinandin.”
Îlyas Gelerî ku ew jî hatibû camîyê weha axivî, “Meha Remezanê bila alema Îslamê re bi xêr be, Xwedê bi xêr û bereket bike. Xwedê bila bi xatirê meha Remezanê Quds û Xezzeyê azad bike. Xwedê bila xatirê vê mehê ji nexweşan re şîfayê bide, bila duayên ku têne kirin jî qebûl bike.”
Îmam Xatîbê Camîyê Murat Denîl jî weha got, “Sîya Meha Remezanê ku serê wî rehmet, orta wî mexfîret û dawîya wî jî xelasîya ji ezaba cehennemê ye hatîye ser alema Îslamê. Bi taybetî Xwedayê min bila ji xûşk û birayên me yên li Xezzeyê û li hemû welatên dinê ku mehzun in re derîyê rehmê vebike. Bila hemû tarîtîya ku li ser wan e ji ser wan rabike û ji wan re ronahîyê bide. Duayên me bi xûşk û birayên me yên Xezzeyîyan re ye. Ez ji Xwedê daxwaz dikim ku bila di demeke zû de Xezzeyê xelas bike, Qudsê azad bike û bila cardin ew derê bike paytexta Îslamê. Bila Rebbê me wan roja nîşanê me bide. Li Cizîra me meha Remezana bimbarek dest pê kir. Me terawîha xwe ya ewil kir. Xwedê bila bi layiqî derbaskirina Remezanê bike nisîbê me.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Edîrneyê 19 koçberên ku hate tespîtkirin bi rêya dizî ketine welat hatin girtin.
Weqfa Êtîman ji ber lehiyê li gelek parêzgehên Efganîstanê ji bo gelê Efxan ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye, banga alîkariya lezgîn kir.
Li ser rêya Bidlîs-Wanê otobusa rêwiyan ji kontrolê derket û li nêzî gundê Yoncabaşi (Şukranîs) ket çemê. Di qezayê de 7 rêwî birîndar bûn.
Otomobîlfiroşan diyar kirin ku ji ber faîza zêde bazara wesayitên nû û yên desta duduyan sekinîye û diyar kirin ku ji bo ku bazirganî çêbibe divê faîz kêm bibe.