Alîkarê Sekreterê Giştî yê Mesulê ji Karên Însanî yê Neteweyên Yekbûyî û Koordînatorê Alîkarîya Acîl Martin Griffiths, destnîşan kir ku li Xezzeyê rewş ketîye nav merhaleyeke krîtîk.
Griffiths, li ser hîsabê xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:
“Li Xezzeyê rewş ketîye nav merhaleyeke nû ya krîtîk.
Operasyonên dawîn û emra tehlîyeyê ya îsraîlê ew ê bibe sedema mirinên zêde û ji cîhê xwe bûnê.
Tenê di nav çend rojên dawîn de bi dehhezaran însan bi zorê ji cîhê xwe bûn.
Girtina derîyê Refahê ji gihaştina sotemenîyê re astengîyê derdixe û gihandinê qut dike û sewqa alîkarî û personelan jî dike nav zehmetîyê.
Divê sîvîl bêne parastin û an ji cîhê xwe derkevin an jî dernekevin divê lazimatîyên wan bêne temînkirin.
Ji bo tehlîyeyê jî rêyeke ewle bê çêkirin.
Ekîbên me hêna jî li Refaha ku 600 hezar hebên wan zarok in û ji 1 milyonî zêdetir însan li wê derêne ne. Xeyn ji vana em giranîya xwe didin alîyê bakur.
Em bi qerarin ku çi dibe bila bibe em ê ji însanan re alîkarîyên xwe bidomînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku yek ji helîkopterên konvoya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî qeza kir.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Balafirên şer û topên rejîma terorê heta ber destê şeveqê êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê domand. Di encama êrîşan de yek jê rojnameger bi dehan Filistînî şehîd bûn.
Xalid Meşalê Berpirsîyarê Karên Derve yê HAMASê got ku, ew ji bo têk birina rejîma îşxalker û ji holê rakirina projeya sîyonîst bi fersendeke dîrokî rûbirû ne.