Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ev bû zêdetirî 6 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 21 kes hatin şehîdkirin, 437 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 34 hezar û 388, hejmarê birîndaran jî derket 77 hezar û 437 kesan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Leşkerekî îşxalkerîyê yê ku li bajarê Tulkarm ê Şerîeya Rojava di pevçûna bi mucahidîn re bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Yekîtiya Afrîqayê (AfB) ragihand ku ew êrîşên dawî yên îsraîlê ya li dijî bajarê Refaha li başûrê Xezzeyê "bi tundî şermezar dikin".
Di encama teqîna ku lu Bedahşana wilayeta Efxanistanê pêk hat de 3 polîs jiyana xwe ji dest dan, 5 polîs jî birîndar bûn.
Ofîsa Medyaya Hikumeta li Xezzeyê, diyar kir ku cenazeyên 49 Filistîniyên ku ji teref rejîma îşxalker a sîyonîst ve di êrîşa Nexweşxaneya Şîfayê de hatibûn qetilkirin hatin dîtin.