Li wîlayeta Belucistana Pakistanê 7 berber, di mala xwe de dema ku di xew de bûn di encama êrîşekî de canê xwe ji dest dan.
Bûyer, li nêzê Bendera Gwadara wîlayeta Belucistanê pêk hat.
Li gorî agahîyan rayedarên polêsan îfade kirin ku li herêma Surbandarê mirovên ku nasnameyên wan nayê zanîn ketine nav malê û gule li ser 7 berberan reşandine, di encamê de berber mirine û kesekî jî birîndar bûye.
Hat destnîşankirin ku mirovê birîndar ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Hat ragihandin ji bo mirov an jî mirovên ku êrîşê lidarxistine bêne qefaltin xebat hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteya rejîma sîyonîst, li gundê Madamaya başûrê Nablusê zarokekî desteser kir.
Rayedarên Îranê, daxuyandin ku Serokkomar Reîsî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahîyan ku di nav helîkopterê de bûn canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku yek ji helîkopterên konvoya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî qeza kir.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.