Alî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir diyarkir ku, di encama operasyona ku li Stenbolê hat kirin de 14 şikdarên endamên Rêxistina Sûcê ya Organîze (Daltonlar) hatin girtin.
Wezîr Yerlîkaya ragihand ku, li navçeyên Kaxitxane, Esenyurt, Beylîkduzu, Başakşehîr, Bahçelîevler, Kuçukêekmece û Beşîktaşa Stenbolê bi navê “Mahzen-37” operasyonan hatin lidarxistin.
Yerlîkaya îfade kir ku di encama operasyonan de 14 şikdarên ku endamên Rêxistina Sûcê ya Organîzê (Daltonlar) ku rêvebirê wan Beratcan Gokdemîre (qeçaxê derewelat) hatin girtin.
Di encama operasyonan de: 1 tivinga AK-47, 3 heb dimançê ya tam otomatîk, 2 motorên malê dizîyê hatin bidestxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Ayvacika Çeneqqeleyê 24 koçber hatin qefaltin.
Li Êlihê di sehaya petrolê de karkerek ji ber ku ceryanê pê girt canê xwe ji dest da û du karker jî birîndar bûn.
Partiya DEMê piştî ku rêveberiya Şaredariya Sêrtê girt, biryarek ku wê bertekek mezin a gel bikişîne, girt. Qursa Quranê ya ku zarokên 4-6 salî lê perwerde dibûn ji bo avakirina mala sersaxiyê hat girtin. Ev biryar weke bêhurmetiyeke mezin a li hemberî bawerî û nirxên gel tê binavkirin.
Ekîbên îtfaîyeyê mudaxeleyî şewata ku li Ûşakê di febrîqeya tekstîlê de derketiye dike.