Komeleya Êlihê yê Karwana Hêvîyê, bi minasebeta meha Remezanê li bajêr ji 3 hezar û 500 malbatên mihtac re kolîyên zexîreyê hazir û belav kir.
Serokê Komeleya Êlihê yê Karwana Hêvîyê Nurettîn Teymur, di daxuyanîya ku belav kir de, diyar kir ku armanca wan heta meha Remezanê belavkirina zexîreyên xwe dawî bikin e.
Teymur destnîşan kir ku ew di serî de ji Êtîman re ji malbatên mihtac re bi destekên xêrxwazan 3 hezar û 500 kolîyên zexîreyê amade û belav dikin. Hat îfadekirin di nav kolîyan de birinc, rûn, çay, nîsk, şekir û tiştên wek wan hene.
“Em dixwazin ku di meha Remezanê de rûyê mihtacan kêfxweş bikin”
Teymur îfade kir ku ew di navbera xêrxwaz û mihtacan de wezîfeya pirê dibînin weha got, “Em di nav sê mehên bimbarek de ne. Hemd ji Xwedê re ku me gihandîye meha Remezanê. Em ji bona ku rûyê malbatên xwe yên mihtac kêfxweş bikin dest bi belavkirina kolîyên zexîreyan ku xêrxwazan dane me dikin.”
“Hedefa me belavkirina 3 hezar û 500 kolîyan e”
Teymur ragihand ku ew ê heta dawîya meha Remezanê belavkirina kolîyan bidomînin, “Hedefa me ew e ku 3 hezar û 500 kolî belav bikin. Me hinekên wan amade kirîye, ji bo yên mane jî li bêvîya alîkarîya xêrxwazên xwe ne. Rebbê min bila xêra xêrxwazên me qebûl bike.”
“Em talibê zikat, fitir û sedeqeyên xêrxwazên xwe ne”
Teymur destnîşan kir ku di komeleya wan de nêzê 15 hezar mihtac hene û ji ber vê yekê ew li bêvîya alîkarîya xêrxwazan in:
“Gelek malbat hene ku li cem me qeydên wan hene. Em di vî warî de pirsgirêkê dikşînin. Malbatên me yên mihtac jî ewakî li bêvîya me ne. Malumê we ye ku krîza aborîyê heye. Ji ber vê yekê em talibê zikat, fitir û sedeqeyên xûşk û birayên xwe ne.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Ayvacika Çeneqqeleyê 24 koçber hatin qefaltin.
Li Êlihê di sehaya petrolê de karkerek ji ber ku ceryanê pê girt canê xwe ji dest da û du karker jî birîndar bûn.
Partiya DEMê piştî ku rêveberiya Şaredariya Sêrtê girt, biryarek ku wê bertekek mezin a gel bikişîne, girt. Qursa Quranê ya ku zarokên 4-6 salî lê perwerde dibûn ji bo avakirina mala sersaxiyê hat girtin. Ev biryar weke bêhurmetiyeke mezin a li hemberî bawerî û nirxên gel tê binavkirin.
Ekîbên îtfaîyeyê mudaxeleyî şewata ku li Ûşakê di febrîqeya tekstîlê de derketiye dike.