Li Pendîka Stenbolê, di encama qezaya zîncîrî ku li hev qelibîna 3 erebeyan pêk hat de 2 jê giran, 4 kes birîndar bûn.
Qeza, li seet 04.30an li Rêbeja Meheleya Bahçelîevlera, di îstîqameta Enqereyê de qewimî. Li gor agahiyên hat bidestxistin, otomobîla ku di bin qontrola E.A. de bû li qemyoneta pêş wî ya ku di bon qontrola M.H.K. de bû qelibî.
Bi tesîra qelibînê qemyonet qulipî şahrêyê, otomobîl jî bi lexistina bariyeran sekinî. Di wê hingavî de otomobîla ku di bin qontrola K.K. de bû li qemyoneta qulipî bû ket.
Di encama qezayê de 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.
Li ser agahdayîne ekîbên tendirustî, polîs û îtfaiyeyê hatin şadndin cihê bûyerê.
Birîndarên ku di erebeyan de girtî mabûn ji teref îtfaiyeyê ve hatin derxistin. Birîndar bû ambulansan hatin şandin nexweşxaneyê.
Piştî qezayê şahrê demeke girtî ma. Derheqê qezayêde lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Ayvacika Çeneqqeleyê 24 koçber hatin qefaltin.
Li Êlihê di sehaya petrolê de karkerek ji ber ku ceryanê pê girt canê xwe ji dest da û du karker jî birîndar bûn.
Partiya DEMê piştî ku rêveberiya Şaredariya Sêrtê girt, biryarek ku wê bertekek mezin a gel bikişîne, girt. Qursa Quranê ya ku zarokên 4-6 salî lê perwerde dibûn ji bo avakirina mala sersaxiyê hat girtin. Ev biryar weke bêhurmetiyeke mezin a li hemberî bawerî û nirxên gel tê binavkirin.
Ekîbên îtfaîyeyê mudaxeleyî şewata ku li Ûşakê di febrîqeya tekstîlê de derketiye dike.