Ji teref AÎÇUyê ve, ji bona ku ji êrîşên îsraîlê ya li dijî Xezzeyê li dardixe re bertek nîşan bidin û ji bona ku ji protestoyên di zanîngehên Ewrupa û Emrîqayê de têne lidarxistin re destekê bidin, bi navê ‘Ji Qirkirinê re Lenet, ji Azadîyê re Destek’ meşek li dar xistin.
Bi mehan e îsraîl li ser axên Fîlîstînê qirkirinê li dar dixe.
Di meşê de gelek endam û xwendekarên HUDA PAR, AK Partî, û Partîya Refaha Ji Nû Ve hazir bûn.
Piştî nimêja Înê bi sedan xwendekar ji avahîya Rektorîyê re meşîyan.
Di meşê de tim û tim dirûşm û silogan dihatin gotin û tekbîr dihatin anîtin.
Piştî meşê daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn û daxuyanî ji teref Rektorê Zanîngeha Agrî Îbrahîm Çeçen Prof. Dr. Abdulxaliq Karabulut ve hat xwendin.
Karabulut îfade kir ku ew wek Zanîngehê xwedî li ciwanên Emrîqa û Rojavayê der dikevin û bi dil û can piştgirîyê didin wan.
Prof. Dr. Karabulut, di daxuyanîya çapemenîyê de weha got:
“Dewleta îsraîla îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê gelek çek û bombeyên ku di herbê de qedexene bikar anît ku di nav wan de bombeyên fosforê jî hene, ji sedî 70ê avahî hatine xerakirin, herî kêm 15 hezar zarok, 10 hezar pîrek tev de 35 hezar Fîlîstînî şehîd bûne, ji 75 hezarî zêdetir mirov jî birîndar bûne. Di navbera şehîdan de rektorê Zanîngeha Xezzeyê û xwendekar jî hene, di navbera wan de rojnameger, endamên tenduristîyê, doxtor û ekîbên parastinê jî hene. Ji ber êrîşên asîmanî hejmarê windayan gihaşt 7 hezarî. Bi hezaran însan li ber çavê dinyayê ji bo parîyekî nan bi seatan dikevin rêzê. Qetlîam û qirkirina leşkerî didome. Welatên Emrîqa, Îngilistan û rojavayê destekê didin vê qetlîamê. Wek Harvard, Michigan, Texas, New Yorkê di gelek zanîngehan de çalakîyên bertekê belav dibin, xelkên bi îzzet yê dinyayê tewrên xwe nîşan didin.”
Di bernameyê de Parlamenterê berê yê Erdexanê Prof. Dr. Orhan Atalay jî axivî û destnîşan kir ku nêzê 7 mehan e li Xezzeyê qirkirin tê kirin.
Bername bi duakirina ji teref Alîkarê Miftîyê bajar Mustafa Solhan ve dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Partiya DEMê piştî ku rêveberiya Şaredariya Sêrtê girt, biryarek ku wê bertekek mezin a gel bikişîne, girt. Qursa Quranê ya ku zarokên 4-6 salî lê perwerde dibûn ji bo avakirina mala sersaxiyê hat girtin. Ev biryar weke bêhurmetiyeke mezin a li hemberî bawerî û nirxên gel tê binavkirin.
Ekîbên îtfaîyeyê mudaxeleyî şewata ku li Ûşakê di febrîqeya tekstîlê de derketiye dike.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo piştgiriya Tofana Eqsayê ya ku li Diyarbekirê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat kirin de hat destnîşankirin ku divê desthilatdar li dijî siyonîstan dev ji zimanê şermezarkirinê berdin û stratejiyên leşkerî, siyasî, aborî, dîplomatîk û bazirganî bi cih bînin.
Li 13 bajaran, bi qerara walîtîyan meş, civînên vekirî û girtî û hemû protesto û çalakî ji bo 4 rojan hatin qedexekirin.