Doh bi beşdarbûna bi sedhezaran kesan li Diyarbekirê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameya Mewlida Nebî hat lidarxistin.
Kesên ku beşdarî bernameya ku Parka Newrozê bûn ji Weqfa Evîndarên Pêxember re spasîyên xwe anî ziman û daxwaz û hêvî kirin ku ev celeb bername bibin wesîleya xêr û bereket û yekîtîya alema Îslamê.
“Xweda ji temamê Mislimanan re û ji Mislimanên li Filistînê re bibe alîkar”
Yek ji wan kesên ku beşdarî bernameya Mewlida Nebî bû kesê bi navê Mehmet Yalçin bû ku ew derbarê ehemmîyeta rojê de hest û ramanên xwe anî zimên û got ku “Ez ji Weqfa Evîndarên Pêxember re teşekkur dikim vê bernameyê tertîp kir. Ew kesên ku ji Xweda û Pêxemberê wî re dijmintîyê dikin bila li Diyarbekirê mêze bikin. Xweda hejmara wan xortên li Diyarbekirê zêdetir bike. Xweda ji temamê Mislimanan re û ji Mislimanên li Filistînê re bibe alîkar.”
Çend kesên din ên ku beşdarî bernameyê bûn fikr û ramanên xwe yên derbarê mijarê de û girîngîya rojê de wisa anîn zimên:
Abdullah Aktaş: “Em îro ji ber minasebeta wîladeta Pêxemberê me hatin vê derê. Ez û malbata xwe hatin û em bi kelecan in. Em bi wesîleya vê mîtîngê ji bo wan xuşk û birayên xwe yên Filistînî dia dikin. Xweda wan muzafer bike.Xweda bike nesîbê me ku em jî bi wan re cîhadê bikin li dijî siyonistan.”
Muhammed Kavak: “Em ji Êlihê hatin vê derê. Em dixwazin wek nevîyên Selahaddînê Eyûbî nîşanî temamê dinyayê bidin ku em çawa û çi qas ji Hz. Muhammed hez dikin. Ger eşq û muhabbetek hebe ew jî ya Resûlullah e. Lê belê ji alîyekî ve em ji ber meseleya Filistînê xemgîn in.”
Hasan Ayyuz: “Ev rojên wisa wesîle ne ku alema Îslamê tifaq bike û bibe yekdeng.”
Mehmet Emîn Acun: “Em kom û kuflet tev ji Qoserê hatin û bi hatina vê derê em gelekî kêfxweş û dilşad in.”(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Partiya DEMê piştî ku rêveberiya Şaredariya Sêrtê girt, biryarek ku wê bertekek mezin a gel bikişîne, girt. Qursa Quranê ya ku zarokên 4-6 salî lê perwerde dibûn ji bo avakirina mala sersaxiyê hat girtin. Ev biryar weke bêhurmetiyeke mezin a li hemberî bawerî û nirxên gel tê binavkirin.
Ekîbên îtfaîyeyê mudaxeleyî şewata ku li Ûşakê di febrîqeya tekstîlê de derketiye dike.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo piştgiriya Tofana Eqsayê ya ku li Diyarbekirê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat kirin de hat destnîşankirin ku divê desthilatdar li dijî siyonîstan dev ji zimanê şermezarkirinê berdin û stratejiyên leşkerî, siyasî, aborî, dîplomatîk û bazirganî bi cih bînin.
Li 13 bajaran, bi qerara walîtîyan meş, civînên vekirî û girtî û hemû protesto û çalakî ji bo 4 rojan hatin qedexekirin.