Li navçeya Îlîça Erzîncanê di kana madenê de hilweşîn pêk hatibû, di encma hilweşînê de karker di bin axê de mabûn, ji wan karkeran cesedê 2 kesan hatin dîtin.
Di 13ê Sibatê de li navçeya Erzîncanê di kana madenê de hilweşîn pêk hatibû û karker di bin axê de mabûn. Wezîrê Çavkanîyên Tebiî û Enerjîyê Alparslan Bayraktar derheqê meseleyê de daxuyanî da û îfade kir ku cesedê 2 karkerên dinê jî hatin dîtin.
Bayraktar di daxuyanîya xwe de weha got, “Di hezaza kana madena Îlîça Erzîncanê de ji roja ewil heta niha bênavber xebat berdewam dikin û di encama wan xebatan de me cesedê 2 birayên xwe yên dinê jî bidestxist. Ji bona ku 5 birayên me yên dinê jî bêne dîtin ekîbên me 7 roj û 24 seat dixebitin. Ji birayên me yên karker re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim, ji bo malbatên wan ên xemgîn jî sersaxîyê dixwazim.”
Hat destnîşankirin cesedên ku hatine derxistin Ramazan Çîmen û Kenan Oz in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Ayvacika Çeneqqeleyê 24 koçber hatin qefaltin.
Li Êlihê di sehaya petrolê de karkerek ji ber ku ceryanê pê girt canê xwe ji dest da û du karker jî birîndar bûn.
Partiya DEMê piştî ku rêveberiya Şaredariya Sêrtê girt, biryarek ku wê bertekek mezin a gel bikişîne, girt. Qursa Quranê ya ku zarokên 4-6 salî lê perwerde dibûn ji bo avakirina mala sersaxiyê hat girtin. Ev biryar weke bêhurmetiyeke mezin a li hemberî bawerî û nirxên gel tê binavkirin.
Ekîbên îtfaîyeyê mudaxeleyî şewata ku li Ûşakê di febrîqeya tekstîlê de derketiye dike.