Hat diyarkirin ku Tixtor Adnan Ehmed El-Burşê Serokê Beşa Ortopediyê ya Nexweşxaneya Şîfa ya Xezzeyê di meha Nîsanê de li girtîgeha rejîma siyonîst di encama îşkenceyê de şehîd bûye û cesedê wî teslîmî malbata wî nehatiye kirin.
Saziya Karûbarên Girtî û Azadiyên Filistînî û Komîteya Girtiyên Filistînî diyarkir ku, Tixtor Adnan Ehmed El-Burşê Serokê Beşa Ortopediyê ya Nexweşxaneya Şîfa ya Xezzeyê, piştî ku 5 mehan di girtîgehên îşxalker de ma şehîd bû.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Tixtor Adnan Ehmed El-Burşê 50 salî û Îsmaîl Hûdarê 33 salî ji ber îşkenceyan şehîd ketine.
Li gor daxuyaniya Karûbarên Sivîl a Filistînê, El-Burş di 19ê Nîsana 2024an de li Girtîgeha Oferê şehîd bû.
Îsmaîl Hudar, piştî binçavkirina xwe şehîd bû û îro ceseda wî ligel bi dehan girtiyên Xezzeyê yên ji deriyê sînorî yê Kerem Şalom hatin berdan, hat teslîm kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistîne li Xezzeye tevî bi şehadeta Tixtor El-Burş, hejmara xebatkarên tenduristiyê yên li Xezzeyê ji 7'ê Cotmehê û vir ve şehîd bûn derket 496an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hikumeta li Xezzeyê destnîşan kir ku girtina derîyên sînorên “Refah” û “Kerem Ebû Salîm”, cardin li Xezzeyê bû sedema xelayê.
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam baskê leşkerî yê HAMASê Ebu Ubeyde, daxuyand ku rejîma sîyonîst di hemû cepheyên ku bi wan re dikevin nav pevçûnê de zayîadên mezin digrin, li alîyê rojhilata Refahê jî Qessam ji îşxalkeran re derbeyên giran didin.
Emerîka, li dijî 3 şîrket û 2 kesên ku ji di navbeyna Rûsya û Koreya Bakur de “danûstandina çekan pêk anîne” qerara mueyîdeyê girt.
Li Texasa wilayeta Emerîkayê ji ber baranên zêde û bahozê 4 kes mirin.