Hejmara wan kesên di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Siyonistên îşxalker û terorîst 201 rojin li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 79 kes hatin şehîdkirin, 86 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 34 hezar û 262, hejmarê birîndaran jî derket 77 hezar û 229 kesan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li eyaleta Rio Grande do Sul a Brezîlyayê di lehiya ku ji ber barana zêde derket de hejmara miriyan derket 56an.
Yilmaz Tunçê Wezîrê Edaletê, bang li Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navnetewî Kerîm Xan kir û jê xwest ku bi temamkirina lêpirsîna sûcên li dijî mirovahiyê yên li Filistînê hatine kirin, dozê veke.
Fransayê ji ber biryara Almanyayê ya der barê tixtor û çalakvanê Filistînî Gassan Ebû Sîtte li balafirgehê binçav kir û nehişt ku ew derbasî welêt bibe.
Di êrîşa li dijî malekê ya li bajarê Tulkarmê de, hêzên dagirker kesek kuşt û mal şewitand.