Li wîlayeta Kîvuya Bakurê Kongoyê li dijî mirovên ku ji cîhê xwe bûne bi bombeyê êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de di navbera wan de zarok jî herî kêm 12 kes mirin, 30 kes jî birîndar bûn.
NY di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir ku ji 3 kampan re bi bombeyê êrîş hat lidarxistin, navê wan kampan jî Lac Vert, Lushagala û Mugunga ye.
Rayedaran destnîşan kirin ku di êrîşê de 12 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kesan jî birîndar bûn.
Koma M23yê li ser Xê daxuyanîyek parve kir û got tu rolekî wî di êrîşê de tuneye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Xora Efxenistanê lehî pêk hat, di encama felaketa lehîyê de 50 kesan canê xwe ji dest dan, di felaketa li Faryabê de jî 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Li Yemenê bi beşdarbûna bi hezaran însanan ji bo Xezzeyê destek hat dayîn û rejîma îşxalker jî hat lenetkirin.
Çeteyên sîyonîst, ji hewa, bejahî û behrê heta serê sibehê Refahê bombe kir.
Hikumeta li Xezzeyê destnîşan kir ku girtina derîyên sînorên “Refah” û “Kerem Ebû Salîm”, cardin li Xezzeyê bû sedema xelayê.