Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd bûne derket 34 hezar û 622yan, hejmara birîndaran jî derket 77 hezar û 867an.
Ev bû zêdetirî 7 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama 4 êrîşên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 26 kes hatin şehîdkirin, 51 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 34 hezar û 622yan, hejmarê birîndaran jî derket 77 hezar û 867 kesan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Emerîka, li dijî 3 şîrket û 2 kesên ku ji di navbeyna Rûsya û Koreya Bakur de “danûstandina çekan pêk anîne” qerara mueyîdeyê girt.
Li Texasa wilayeta Emerîkayê ji ber baranên zêde û bahozê 4 kes mirin.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê ya li Xezzeyê ragihand ku dagirkeran di êrîşa xwe ya 8 mehan a li ser Xezzeyê de zêdetirî 100 zanyar, akademîsyen, mamosteyên zanîngehê û lêkolîner qetil kirine.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.