Kongreya Amerîkaya îşxalker, pakêta “arîkarîya parastinê” ya 26 mîlyar dolarî ji bo rejîma sîyonîst re pejirand.
Pakêta arîkarîyê ya derveyê ku Meclîsa Temsîlkarên Amerîkayê dawîya heftaya çûyî pejirandibû û şandibû Senatoyê, di Komîtîya Giştî ya Senatoyê de bi 78 rayên ‘erê’ li dijî 18 reyên ‘na’ hat qebûl kirin.
Di vê pakêtê de ji bilî sîstema parastina hewayî ya rejîma siyonîst, cebilxane û alavên leşkerî, malzemeyên parastinê û piştgiriya maddî ya zêde ji depoya çekan a Amerîkayê li erdên îşxalkirî re hene.
Joe Bîdenê ku ji bo piştgirîyê ji projeyê re bibîne bi serokên komîtîyê re dixebitî di daxuyaniya belavkir de got, wê Roja Çarşemê (Îro) projeyê îmze bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li eyaleta Rio Grande do Sul a Brezîlyayê di lehiya ku ji ber barana zêde derket de hejmara miriyan derket 56an.
Yilmaz Tunçê Wezîrê Edaletê, bang li Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navnetewî Kerîm Xan kir û jê xwest ku bi temamkirina lêpirsîna sûcên li dijî mirovahiyê yên li Filistînê hatine kirin, dozê veke.
Fransayê ji ber biryara Almanyayê ya der barê tixtor û çalakvanê Filistînî Gassan Ebû Sîtte li balafirgehê binçav kir û nehişt ku ew derbasî welêt bibe.
Di êrîşa li dijî malekê ya li bajarê Tulkarmê de, hêzên dagirker kesek kuşt û mal şewitand.