Ji Elon Muskê daxuyanîya Twîtterê
Elon Musk daxuyand ew ji bona ku kişandina daneyên zêde û manîpulasyonên sîstemê asteng bikin astengîyên demborî bi kar anîtine.
Gelek bikarhênerên Twîtterê, doh li hember “lîmîta şixulandinê hatîye derbaskirin” rûbirû hatin.
Di seyfeya serî û profîlan de pirsgirêka gihanîyê hat dîtin.
Xwedîyê Twîtterê Elon Musk daxuyand ew ji bona ku kişandina daneyên zêde û manîpulasyonên sîstemê asteng bikin astengîyên demborî bi kar anîtine.
Ew ê ji vê pê ve hîsabên ku hatine rastkirin di rojê de 6000 tweet, hîsabên nehatine rastkirin rojê 600 tweet, hîsabên nû û nehatine rastkirin jî di rojê de 300 tweetan bibînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê (ÎLKHA) xebatên xwe yên di warê weşangeriya dîjîtal de berfireh kir û sepana xwe ya mobîl a nû ji bo bikarhênerên xwe da destpêkirin.
Swêd, ji bo parastina zarokan ji tesîrên xerab ên naveroka dîjîtal, plan dike ku ji bo bikaranîna medyaya civakî sînorê emrê 15 salî destnîşan bike.
Nebûna gelek gundên Başûrê Lubnanê di Nexşeyên Apple de bûye sedema îddîayên "jêbirina bi zanebûn". Postên medyaya civakî nîşan didin ku ev nelirêtî bi êrîşên leşkerî yên rejîma sîyonîst li başûrê Lubnanê ve girêdayî ye û armanc dike ku "nasnameya herêmê jê bibe".