Îro li Diyarbekirê ji bo wan feqîyên ku ilmên xwe qedandin ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve merasîmeke îcazetdayînê hat tertîpkirin.
Merasîma îcazetdayînê li Avahîya Navendî ya Giştî ya ÎTTÎHADUL ULEMAYÊ ya li Diyarbekirê hat tertîpkirin. Alimên ku ji 4 parçeyên Kurdistanê û ji çar alîyê cîhanê ji bo bernameya Mewlida Nebî hatibûn Diyarbekirê jî beşdarî merasîmê bûn.
Bernameya îcazetdayînê bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir û bi axavtinên derbarê ehemîyeta rojevê û rojê de berdewam kir.
Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAYÊ Mela Enwer Kiliçarslan di merasîmê de axavtinekê kir û got “Em ilmê tahsîl dikin da ku karibin Quranê bixwînin û fam bikin. Quran kelama Xwedê ye. Xweda ji bo çi vê Quranê ji me re şandiye? Ji bo ku em wî nas bikin, rizaya wî qezenc bikin û bikevin cenneta wî û ji bo naskirina dijminên wî ev Quran hatiye şandin.Xweda di vê Quranê de du rêyan nîşanî me daye. Yek cennet a din jî cehennem e.Nasîna vê rêyê bi Quran û ilmê mimkûn e. Em ji bo maaş, fitir û zeketan hînî ilmê nabin. Em ilmê tahsîl dikin da ku em Xwedê nas bikin.”
Di navberê de 10 ji wan hafiz 74 kesan icazetên xwe ji destên seydayên herêmê û ÎTTÎHADUL ULEMAyê girtin.
Piştî axavtinên din bername bi dayîna îcazetê bi dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Qefîleyên ewil yê dewra hecê ya sala 2024an, ji teref xizm û hezkirîyên wan ve ji axên pîroz re hatin oxirkirin.
Tirkîye, ji îro şûnda dikeve bin tesîra toza çolê ku ji Erebistan û Efrîqayê were.
Li Kîlîmlîya navçeya Zongildaxê pîrejina 89 salîya ku trêna barê lê qelibî mir.
Li Qirklareliyê di nava qaseya qamyoneke de 36 koçber hatin girtin. Ajokar hat binçavkirin.