Yapicioglu mazûvaniya Serokê Giştî yê Tevgera Îslamî Li Kurdisanê Şêx Ebdulezîz kir
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi Serokê Giştî yê Tevgera Îslamî Li Kurdisanê Şêx Îrfan Elî Ebdulezîz û heyeta pê re li navenda partiyê hevdîtinek pêk anî.
Di vê serdanê de ku ji çapemeniyê re girtî bû, Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli û Serokê Têkiliyên Derve Huseyîn Îmîr beşdar bûn.
Li ser meseleyên herêmî û yên bi cîhana Îslamê re eleqedar hatin axaftin.
Di hevdîtinê de, ku di atmosfereke germ û dostane de derbas bû, li ser geşedanên herêmî û pirsgirêkên heyî yên cîhana Îslamê hatin axaftin.
Yapicioglu kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman û ji bo serdana wan a xweş spasiya Şêx Îrfan Elî Abdulazîz û şandeya pê re kir.
Şêx Ebdulezîz ji bo mêvanperweriya Yapicioglu spasiya xwe pêşkêş kir û di xebatên wî de serkeftin xwest. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê, xebatên xwe yên ku piştî erdheja 6ê Sibata 2023yan dabû destpêkirin hêna jî li herêmê didomîne.
Serokê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi rêya telefonê sersaxî da Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Muhammed Hacî Mehmûd.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hasan Şeybanî û şandeya pê re îro ji bo serdaneke xebatê ew ê bigihîjin Tirkîyeyê û tê texmînkirin ku li ser têkiliyên dualî û geşedanên herêmî nîqaş werin kirin.