Yapicioglu li Tersûsê bi temsîlkarên dikandar û tekstîlê re hat cem hev

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û lijneya bi wî re, bi temsîlkarên dikandar û tekstîla Tersûsê re hat cem hev û pirsgirêkên wan gohdar kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi tevî Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç û lijneya bi xwe re dikandarên Tersûsê zîyaret kir.
Lijne berîya zîyaretê li Mizgefta Mezin a Tersûsê nimêja nîvroyê kir, dûre jî çarşîya navenda bajêr zîyaret kirin.
Lijneya ku pirsgirêkên dikandarên Şalvarcilar û Hirdavatçilarê gohdar kir, bi nerîna xwe ya çareserîyê balan kişand.
Di zîyaretên ku sohbetên samîmî hatin krin de, hat dîtin ku HUDA PAR bi gel re di nav hev de ye.
Yapicioglu dûre çû atolyeya tekstîlê û balan li ser pirsgirêkên melîyetên zêde, dowîz û kêmasîya personelan kişand û îfade kir ku divê hilberîner bê piştgirîkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî barana dijwar ku li Meletîyê barîya, jîyan bi xerabî tesîrdar bû. Bi tevî barana dijwar cedde û kolan di bin avê de man. Wesayît di nav zehmetîyê de derbas bûn.
Li navçeya Sîmava Kutahyayê di mezinahîya 4,2yan de erdhejek pêk hat.
Di rûniştina 3yemîn a ku 6 jê girtî 15 sûcdarên ku bi cînayeta Narîn Guran ku li Dîyarbekirê hat kuştin re têkilî ne de dadgeh birayar da ku dozê ji 30yê Gulanê re taloq avêt.
Li Meletîyê du wesayît serî li serî li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.