Tevgera Dawet û Ciwanan di civîneke ciwanan de li hev civiyan
Çalakiya kombûna ciwanan a ku ji teref Tevgera Dawet û Ciwanan ve li Dîyarbekirê hate lidarxistin, bi beşdariyeke mezin pêk hat.
Tevgera Dawet û Ciwanan, ku çalakiyên bi armanca vejandina ciwanan li dijî projeyên hilweşîner dimeşîne, li kompleksa Mizgefta Kurşunlu ya li navçeya Sûrê ya navenda bajarê Dîyarbekirê çalakiyek kombûna ciwanan li dar xist, bi armanca ku derfetek ji ciwanan re peyda bike ku kêf bikin û werin cem hev.
Bernameya ku ji hêla Cîhat Kaplan ve hate pêşkêşkirin, bi xwendina Qurana Pîroz ji hêla Ammar Zeren ve dest pê kir.
Piştî axaftina pêşwaziyê ya Mucahîd Îlerî li ser navê Tevgera Dawet û Ciwanan, ciwanên beşdarî bernameyê bûn ber bi cîhên leyîstikan ve çûn.
Di bernameyê de kermesek jî hat vekirin û ciwanan di cîhên leyîstkan de ji xwe re leyîstin û kêfê kirin.
Piştî leyîstikan, Muhammed Fatih Varol li ser girîngiya rojê axavtinek pêşkêş kir.
"Divê em ciwanên xwe biparêzin; eger em ciwanên xwe winda bikin, em ê her tiştî winda bikin"
Varol axaftina xwe bi meseleyeke li ser dizekî dest pê kir:
"Belê, xwişk û birayên ciwan ên delal, ciwanên me dîkê me ne. Divê em nehêlin dîkê me bê girtin. Ger em dîkê xwe winda bikin, em ê milkên xwe jî winda bikin. Ger em dîkê xwe winda bikin, ew ê narkotîkê bixin destên me. Ger em dîkê xwe winda bikin, ger em ciwanên xwe winda bikin, ew ê destên me bi çekan tijî bikin. Ger em ciwanên xwe winda bikin, ew ê çavê xwe li ser dewlemendiyên me yên bin erdê, cihên me yên pîroz, Quds, Mizgefta Mezin a Dîyarbekirê, Stenbol û Şamê bigirin; û wan berê jî kiriye. Ji ber vê yekê, divê em ciwanên xwe biparêzin. Ger em ciwanên xwe winda bikin, em her tiştî winda dikin. Dema ku civak ciwanên xwe winda dike, her tiştî winda dike."
Varol wiha got, "Em, wekî ciwanên Misilman, îro li vir û li her platforma ku em lê ne, hewl didin ku nifşek li dû xwe bihêlin ku dema ku em li ber Rebbê xwe radiwestin em bikaribin hesabê wê bidin. Jiyana me ciwanan tenê ji bo yek Xwedayekî ye: Xwedayê Teala. Jiyana me ciwanan tenê ji bo yek rêberê mezin e: Resûlê Xwedê, selam û bereket li ser wî be. Porê me ciwanan spî dibe, û jiyana me ji bo yek armancê tê xerckirin ew jî doza doza Îslamê ye."
Piştî axaftina Varol, koma muzîka dînî ya Tevgera Dawet û Ciwanan derket ser dikê û îlahî û qesîdeyên xweşik pêşkêş kirin. Piştî îlahî û qesîdeyan, pêşandaneke şanoyê ya li ser fetihkirina Dîyarbekirê peyamên girîng da xelkê Dîyarbekirê û bi îfade û teqlîdên xwe yên henekdar jî ken anî temaşevanan.
Bername bi govendê ya ku ji hêla dengbêjê dînî yê Ajansa Ozlemê Mahfuz Aktekin ve hat gotin û bi îlahîyan bi dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, bi qasî 500 donim zeviyên genim ên çandî di şewatê de şewitîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derbarê vîdyoya ku Rahmî Koç li Îzmîrê di vekirina nexweşxaneyekê de diaxive û li ser medyaya civakî rastî nerazîbûnê hat de bertek nîşanî Koç da.
Li navçeya Çinar a Dîyarbekirê, wesayîteke ku malbatek ji merasîma nişanê vedigeriya piştî ku nekarîbû di quncikê re derbas bibe, qelibî û teqle avêt, di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.