Weqfa Evîndarê Pêxember li Batmanê bernameya Mewlûda Nebî lidarxist. Temsîlkarên saziyên civakên sivîl behs û qala bernameya mewlûda nebî kirin. Temsîlkarên saziyên civakên sivîl gotin: Pêxemberê me ne tenê Pêxemberê rehmetê ye, Pêxemberê cîhadê ye jî.
Weqfa Evîndarê Pêxember, li Êlihê Bernameya Mewlûda Nebî ya ku bi temaya Rêberê Cîhadê HZ: Mûhammed lidar xistibû.
Temsîlkarên saziyên civakên sivîl, bernameya mewlûda nebî nirxandin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarê Pêxember Kenan Çaplik weha got:“Di vê esra tarî de terk kirina sunneta Pêxemberê me bû sebeba çi encaman, vêga ev yek bi zelalî li ber çavan e. Elhamdûlîllah, evîndarên pêxember li Batmanê meydanan tije kir. hezkirina xwe ya ji pêxember re careka din da nîşandan. Em ji temamî xelkê xwe re teşekur dikin.”
Endamê Îttîhadûl Ûlemayê M.Alî Altûn jî derbarê bernameyê de axivî û got: “Vêga îhtiyaciya me ya sereke û mûhîm, şiûr û fikra cîhada Pêxemberê me ye. Lazime ku em wê hîn bibin û bidin tetbîqkirin. Îro li Xezzeyê cîhad heye. Lazime ku herkes wek cîhada pêxember ku vêga li xezzeyê tê tetbîqkirin û nîşandayîn, di heyat û jiyana xwe de tetbîq bikin û bicîh bikin.”
Berdevkê Platforma Nesla Quranê Mehmet Emîn Sutçu, behsa Xezzeyê kir û weha got: “Ev zêdetirî 7 meha ye ku li Xezzeyê cîhad heye. Zilim jî dewam dike. Bertek û nerazîbûnên biçûk yên Ummetê jî heye. maalesef sebeba ewqas qetlîam û kuştin û qirkirinan terk kirina cîhada pêxember e. lazime ku ummet biser xwe de were û careka din temamî hal û tevger û sunneta pêxember di heyata xwe de bicîh bikin.”
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Balikesîrê otomobîla ku ji bo li kûçikê lênexe manewra kir û li qemyona ku ji ji aliyê din dihat xist. Di qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest xist, 1 kes jî birîndar bû.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, bi desteka welatên rojavayê ev bû 8 meh e li Xezzeyê û Fîlîstînê qirkirin û qetlîamên xwe didomîne, lê di van rewşan de bexşên welatîyan jî berdewam dikin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahîyan ku di qezaya helîkopterê de wefat kiribûn peyama şînê belav kir.
Li Îzmîrê di operasyona ku li dijî DAÎŞê hat kirin de 20 şikdar hatin qefaltin.