Şewatên pirêze yên ku li Mêrdînê derketibû hat vemirandin
Şewatên pirêzeyan ên ku li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê derketin û li deverên niştecihbûnê belav bûn, piştî çend saetan hatin kontrolkirin û vemirandin.
Şewata gihayan a li gundê Damlaliyê ya navçeya Qoser a Mêrdînê derketibû û li gundênXursa Uzêr û Xursa Navê jî berdewam kiribû, piştî destwerdana hewayî û bejayî ya bi saetan a ji teref ekîban ve hate kontrolkirin.
Di heman demê de, agirê daristanê yê ku li herêma sînor a di navbera navçeyên Nisêbîn û Qoserê derketibû de, bi destwerdanê hate kontrolkirin û vemirandin.
Ji ber şewata ku hem ji bejahî û hem jî ji hewayê ve hate vemirandin, bi dehan donim zeviyên çandiniyê, alavên çandiniyê, dar û gelek deverên niştecihbûnê zirar dît. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Komeleya Karwana Hêvîyê ya Hetayê alîkariya zexîreyê da malbatên êtîman.
Li navçeya Çayelî ya Rîzeyê qezayek trafîkê qewimî, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, 101emîn salvegera şehadeta Şêx Seîd Efendî di Meclîsê de bi bîr anît.