Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê derheqê qezaya asansorê de daxuyand
Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Mehmet Emîn Dogru, piştî qezaya asansorê ya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Êlihê qewimî û 8 kes birîndar bûn, banga zêdekirina tedbîran kir.
Dogru destnîşan kir ku ev qeza girîngîya pêvajoya denetim û temîrkirina nexweşxaneyan derxistîye holê û got, “Divê ewlehîya nexweş, mêvanên nexwaşan û xebatkarên tenduristîyê di asa herî bilind de were bicîhanîtin. Bi taybetî asansor lê bi gelemperî hemî tiştên teknîkî di nav sîstem û planekî de werin kontrolkirin û ji îhmalê re rê neyê dayîn.”
Dogru di dawîya peyama xwe de îfade kir ku ew bi tevî lijneyek li nexweşxaneyê lêkolînê jî kirine û mirovên birîndaran jî zîyaret kirine. Ji wan re daxwazîyên şîfa xêrê kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li seranserê Tirkîyeyê ew ê hewayek ewr tesîrdar be. Tê texmînkirin ku germahîya hewayê ew ê ji nişkav de 3 pile û 5 pileyî derkeve ser germahîya demsalî.
Derheqê teqîna ku di febrîqeyek hesin û polan de li navçeya Alîaga ya Îzmîrê qewimîbû û 18 xebatkar canê xwe ji dest dabûn de tehqîqat hatibû destpêkirin, di encamê de 9 şikdar hatin girtin.
Li navçeya Suşehrî ya Sêwasê serwîsek karkeran û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 jê giran 16 kes birîndar bûn.