Qamyona îtfaîyeyê dema ku diçû bûyerê qulipî: 3 birîndar
Li Meletîyê qamyonek îtfaîyeyê ku ji bo midexeleya şewatekî bike derketibû rê qeza kir û qulipî. Di encama qezayê de 3 personelên îtfaîyeyê birîndar bûn.
Qeza, li ser Ceddeya Selîmîye ya ku li ser Rêya Dîlek a navçeya Yeşîlyurtê ye qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, ekîba ku girêdayê Serokatîya Daîreya Îtfaîyeya Şaredarîya Bajarê Mezin a Meletîyê bû û di bin îdareya B.S. de bû, ji bona ku midexeleyî şewata ku li Taxa Dîlek Ugrakê di malekî de derketibû bikin tevgerîyan. Qamyona ku ji bo biçe cîhê bûyerê ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji bin kontrola şofêr derket û qulipî.
Piştî qezayê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin. Bi tevî alîkarîya welatîyan 2 personelên îtfaîyeyê ji nav qamyonê hatin derxistin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Çeşme ya Îzmîrê 36 koçberên ku di nav boteke lastîkî de hatin tespîtkirin, ji teref ekîbên Ewlehîya Sehlê ve hatin qefaltin.
Ekîbên Rêveberiya Daristanan, îtfaîyeyê û cendermeyan li ser agirê çiqilê ku li deverek daristanî ya navçeya Dîcle ya Dîyarbekirê derketiye, dixebitin. Hewldanên ji bo kontrolkirina agir berdewam dikin.
AFADê diyar kir ku li Behra Egeyê di mezinahîya 4,3yan de erdhejek rûda.