Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Armanca Konvoya Filistînê şikandina dorpêça li ser Xezzeyê bû
Endamê Meclîsa HUDA PARê Faruk Dînç diyar kir, " Armanca wan ew bû ku ji wir biçin Urdunê, û ji Urdunê biçin Şerîaya Rojava, û ya herî girîng jî, dorpêça li ser Xezzeyê bişkînin."
Serokê Polîtîkayên Ciwanan ê HUDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç, di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisê li dar xist de, bal li ser komkujiyên ku li Xezzeyê berdewam dikin kişand û piştgiriya xwe ji bo xebatên Konvoya Filistînê anî ziman.
Dînç diyar kir ku tevî agirbestê jî li Xezzeyê qetlîam berdewam dike û bi bîr xist ku tenê di rojekê de 19 kesên bêguneh hatine kuştin.
Dînç diyar kir ku konvoya Filistînê ji bo hişyarkirina li ser mezlûmên li Xezzeyê û ji bo ku Filistîn di rojevê de bimîne, ji Bosnayê derket rê û ji Tirkîyeyê derbas bû û diyar kir ku konvoy piştî ku ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas bû, bi rojan e di germahiyên bilind de li bendê selinî.
Dînç got, "Armanca wan ew bû ku ji wir biçin Urdunê, û ji Urdunê biçin Şerîaya Rojava, û ya herî girîng jî, dorpêça li ser Xezzeyê bişkînin û qîrîna bindestên li wir bigihînin cîhanê, û qirkirina sîyonîst rawestînin. Bi awayekî, van çalakvanan, ku guh dan dengê wijdanê xwe û ketin ser vê rêyê, bi tenê bi mirovahî û dilovaniyê re eleqedar bûn. Ji ber vê yekê, ez spasiya her bira û xwişka çalakvan dikim ku beşdarî Konvoya Filistînê bûn, ez ji dil û can silav li wan dikim, û her weha ez silav û rêzên xwe ji her kesê ku dengê xwe li dijî vê qirkirina li Xezzeyê bilind kir re dişînim." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek ragihand ku di doza êrîşa li ser Fîloya Cîhanî ya Sumud de ji bo bersûcên ku di nav wan de Binyamîn Netanyahu jî heye, bultena sor were dayîn, pêvajo hatiye destpêkirin.
Beşa Têkiliyên Derve ya HUDA PARê li hember êrîşa rejîma îşxalker a sîyonîst li ser balafirgeha Îdliba Sûrîyeyê bertek nîşan da û tekez kir ku divê welatên herêmê mekanîzmayeke parastinê ya hevbeş li dijî rejîma îşxalker ava bikin.
Li navçeya Erxenê ya Dîyarbekirê, di lihevqelibîna qamyonetek û motorsîkletekê de kesek mir û kesek jî bi giranî birîndar bû.