Parlamenterê HUDA PARê Demîr: Divê qadên ruxseta komirê yên li Şirnexê bên tengkirin
Serokê Karên Sîyasî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di Komîsyona KÎTê ya Meclisê de pirsgirêkên sektora madenê û tesîrên wê yên li ser Şirnexê anîn rojevê.
Demîr bal kişand ser berfirehiya qadên ruxsetê ya li Şirnexê û wiha got: "Binê navenda bajêr û kampusa zanîngehê jî wekî 'qada rezerva komirê' hatiye nîşandan." Demîr diyar kir ku ev rewş hem ji bo jiyana bajêr û hem jî ji bo jîngehê dibe sedema pirsgirêkan, lewma "divê qadên ruxsetê bên tengkirin." Her wiha da zanîn ku ji ber gilî, îtîraz û "nakokiyên burokratîk", karê li kanên komirê bi rêjeyeke mezin rawestiyaye.
Demîr li ser talûkeya "têkelbûna bermahiyên madenê bi çavkaniyên avê re" jî rawestiya û diyar kir ku xebatên parzûnkirinê (arîtma) yên ku li bajêr hatibûn destpêkirin nîvco mane û divê bên temamkirin. Di dawiya axaftina xwe de bang kir ku di xebatên madenê de "ewlehiya mirovan" û "pêşîgirtina li qirêjiya jîngehê" li pêş bên girtin û ruxsetên li Şirnexê ji nû ve bên nirxandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî nirxandinên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji roja Yekşemê 29ê Mijdarê pê ve Tirkîye dikeve bin tesîra pêla hewaya sar.
Encamên analîzên Emrîkayê yên perçeyên darîn ên ku li Formasyona Durupinarê ya li navçeya Bazîda Agiriyê hatibûn dîtin, eşkere bûn. İşaretkirina testan a li salên 2300î yên (Berî Zayînê), di cîhana zanistê de bû sedema kelecanê.
Li Êlihê di encama şerê bi çekan ê di navbera du koman de li gorî agahiyên destpêkê gelek kes birîndar bûn û rewşa yekî ji birîndaran giran e.