Otobûsa serwîsê qulipî: 18 birîndar
Li Buyukçekmece ya Stenbolê otobûsa serwîsê ku karkerên balafirgehê di nav de bûn ji ber şilîyê qulipî. Di encamê de 18 kes birîndar bûn.
Qeza, îro di saetên serê sibehê de li alîyê Guzelce ya Stenbolê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa bi plaqeya 34 LAV 526 ya ku karkerên balafirgehê di nav de bûn, ji ber şilîyê şimitî û qulipî.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin. 18 kesên ku di nav wesayîtê debûn hemî birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Karamanê ji ber ku du wesayît li hev qelibîn kesekî canê xwe ji dest da, kesekî jî birîndar bû.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek ragihand ku "Alo Adalet 135" (Xeta Germ a Dadê 135) wê di 1ê Îlonê de were vekirin, da ku welatî karibin di derbarê merale û rewşa dosyayên xwe de agahdar bibin.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hişyariyek da derbarê barana zêde ya ku tê texmînkirin bandorê li beşeke mezin a welat bike.