Meteorolojîyê heta 10ê Mijdarê ji bo qeşaya çandinîyê hişyarî da
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand hişyariya ku îro êvarê dest pê dike, tê texmînkirin ku heta roja Sêşemê 10ê Mijdarê saet 10:00ê sibehê bidome.
Meteorolojîyê diyar kir ku ji ber hewaya sar, li başûrê rojhilatê Marmarayê, Anatoliya Navîn, deverên hundir ên Behra Reş, Egeya hundir, deverên hundir û bilind ên Behra Spî û Rojhilatê Anatoliyê qeşaya çandiniyê tê texmînkirin.
Li gorî hişyariya meteorolojiya çandiniyê ya ku ji hêla Meteorolojiyê ve hatiye dayîn, ji ber girseya hewaya sar a ku tê texmînkirin tesîrê welat bike.
Li gelek herêman tê texmînkirin ku qeşaya çandiniyê çêbibe.
Hişyarî nîşan dide ku li Herêma Marmara ya Başûrrojhilat, Anatoliya Navîn, deverên hundir ên Behra Reş, Egeya Navîn, deverên hundir û bilind ên Behra Spî û Herêma Rojhilatê Anatoliyê talûkeya qeşaya çandiniyê heye.
Ji welatiyan, bi taybetî yên ku bi hilberîna çandiniyê ve mijûl dibin, hat xwestin ku baldar bin û li hember bûyerên xerab ên muhtemel tedbîran bigirin.
Hişyarî heta sibeha 10ê Mijdarê derbasdar e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di çarçoveya "Meha Mijdarê, Meha Eshabîyan" de, Weqfa Evîndarên Pêxember ku her sal ji bona ku jiyana eshabeyên cuda vebêje li gelek bajarên Tirkiyeyê bernameyan li dar dixe, vê salê jî li Stenbolê bernameyek bi mijara "Stêrkên ku Rêya Me Ronî Dikin" li dar xist û perçeyên ji jiyana Hezretî Hefsa Bint Omer û Xalid Bin Welîd pêşkêş kirin.
Projeya "100 Bajar, 1000 Navçe" ku vê dawiyê ji nû ve derketiye holê, li Cirîzê heyecanek çêkiriye. Xelkê navçeyê, ku ji gelek şaristaniyan re malovaniyê kiriye, bi kelecanek mezin li benda bicihanîna sozên berê û ragihandina mizgîniyê di zûtirîn dem de ne.
Li navçeya Çan a Çeneqeleyê, wesayîtek piştî ku li qamyonekê ket agir girt. Du kesên di wesayîtê bûn de mirî hatin dîtin, şofêrê qamyonê jî bi birîndarî ji nexweşxaneyê re hat rakirin.