Li ser rêya Cizîr-Silopî qeza: 5 birîndar
Li ser rêya sereke ya navbera navçeyên Silopî û Cizîrê yên Şirnexê, di qezayeke trafîkê de ku di navbera qamyonek û wesayîtekê de qewimî, 5 kes birîndar bûn, hat îfadekirin ku rewşa birîndarekî giran e.
Qeza, li ser rêya Silopî-Cizîr li nêzî gundê Pinarê qewimî.
Li gorî agahiyan, qamyonek ku şofêr û plaqeya wê hêj nayê zanîn, ji Silopî ber bi Cizîr ve diçû, dema ku derbasî rêça dijber bû û li wesayîtek bi plakaya 47 ACR 168 qelibî.
Ji ber pevçûnê pênc kesên di wesayîtê de birîndar bûn. Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye, polês û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin lê hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê HUDA PARê yê Entabê Şahzade Demîr, destnîşan kir ku ji bilî rêziknameyên qanûnî yên ku di çarçoveya pêvajoya "Tirkîyeya Bê Teror" de werin çêkirin, divê ji bo meseleya Kurd jî çareseriyên berfireh û mayînde werin pêşxistin.
Miftiyê Bajara Sêrtê Şakir Pinal diyar kir ku eleqeya ji bo qursên Quranê yên havînê li gorî salên berê zêde bûye, qeydên fermî ji 12 hezarî derbas bûne. Wî her wiha got ku tevî xwendekarên neqeydkirî jî, hejmara zarokên ku ji qursan sûd werdigirin gihîştiye 17-18 hezarî.
Li navçeya Basa ya Şirnexê, ji ber ku sêçerxeyek motorî li ser rêyekê kete xendekê, jinek 26 salî mir û çar kes birîndar bûn.