Li Semsûnê otobûseke taybet gêr bû: 21 birîndar
Li navçeya Çarşamba ya Semsûnê, otobûseke taybet a giştî ku rêwiyan hildigirt, ji ber ku li xendeqê ket, 21 kes birîndar bûn.
Qeza, li herêma Ambarkoy a navçeya Çarşambayê qewimî.
Li gorî agahiyan, otobûsa giştî ya taybet a bi plaqeya 55 ATT 114, ku ji hêla M.O. ve dihat ajotin, piştî ku şofêr kontrola wesayîtê winda kir, li kêleka rê wergeriya. Di encama qezayê de 21 kesên ku di nav de birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, polês, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
21 kesên ku di qezayê de birîndar bûn, piştî tedawîya ewil ji nexweşxaneyên bajêr re hatin rakirin.
Erheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di 5emîn Kongreya Asayî ya HUDA PARê de li Entabê axivî û diyar kir ku armanca bingehîn a partiya wan bicihkirina edalet û heq û hiqûqê ye û got, "Doza me bicihkirina edaletê ye. Doza me ew e ku edalet li ser rûyê erdê serdest bibe."
Çalakiyên mehane yên parqê yên Tevgera Dawet û Ciwanan, ku her meh li deverên cûda yên Dîyarbekirê têne lidarxistin, vê carê li Parqa Roboskî ya li navçeya Kayapinarê pêk hatin.
Hejmara qurbaniyên şewata li navçeya Darende ya Meletîyê gihîşt 19 kesan. Îtfaîyekî birîndar ji Meletîyê re hat sewqkirin.