Li Riha û Colemêrgê 566 kîlo madeyên hişbir hatin desteserkirin
Di operasyonên ku li Riha û Colemêrgê ji aliyê ekîbên cendirmeyan ve li dijî hilberîner û firoşkarên maddeyên hişbir hatin lidarxistin de, 566 kîlogram maddeyên hişbir hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê Wezareta Karên Navxweyî hatiye belavkirin, operasyon bi koordîneya Serokatiya Daîreya Têkoşîna li Dijî Sûcên Narkotîk a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Serdozgeriyên Komarê yên Sêwereg û Geverê hatin pêkanîn.
Di encama xebatên ku ji aliyê ekîbên Fermandariyên Cendirmeyan ên Bajarên Riha û Colemêrgê ve hatin meşandin de, bi tevahî 566 kîlogram maddeyên hişbir ku ji 370 kîlogram skunk, 177 kîlogram esrar û 19 kîlogram metamfetamîn pêk tê û gelek kelûpelên curbecur hatin desteserkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêmên çîya yên di navbera Bêdlîs û Sêrtê de hespên sêwak hatin dîtin û bi dîtina wan dîmenên xweş deketin holê.
Li navçeya Parsîna Erziromê di mezinahîay 3,6an de erdhejek rûda.
Weqfa Evîndarên Pêxember, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya ku li Diyarbekirê li dar xist, bal kişand ser şert û mercên giran ên zivistanê, dorpêça berdewam û îxlalkirinên agirbestê yên li Xezzeyê û bang li welatên garantor û saziyên navneteweyî kir ku bi lezgînî bikevin tevgerê.