Li nêzî Muxlayê di mezinahîya 4.1an de erdhej
AFADê ragihand ku li Behra Spî li peravên navçeya Marmarîsê ya Muxlayê di mezinahîya 4.1an de erdhejek çêbûye.
AFADê ragihand ku bi qasî 73.68 kîlometre dûrî navçeya Marmarîs a Muxlayê, erdhejek hat qeydkirin.
Li gorî daneyên AFADê, erdhej di saet 10:10an de û di kûrahiya 10.86 kîlometreyan de pêk hat.
Derbarê encamên xerab ên piştî erdhejê de ti daxuyanî nehat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Konvoya Piştgiriya Filistînê ya Navneteweyî ku ji bo balkişandina ser êrîşên li Xezzeyê û şandina peyama piştgiriyê bi gelê Filistînê re ji Ewropayê derket rê, ew ê sibê li Dîyarbekirê ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û welatiyan ve were pêşwazîkirin.
Di çarçoveya hewldanên li seranserê welat ên ji bo têkoşîna li dijî çalakî û çavkaniyên darayî yên rêxistinên terorîst de, 104 şikdar di operasyonên hevdem ên li dijî DAIŞê de li 30 bajaran hatin binçavkirin.
Pêşnûmeya qanûna li ser xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekbûna civakî, ku li gorî armanca "Tirkîyeyek bê teror" hatiye amadekirin, di Komîteya Edaletê ya Meclîsê de dest bi nîqaşê dike. Pêşniyara 12 maddeyan bendên qanûnî yên ku bi merca hilweşandina PKK/KCK û piştrastkirina bêçekkirina wê ji teref saziyên ewlehiyê ve têne destnîşankirin, dihewîne.