Li Meletîyê qamyon û teraktor li hev qelibîn: 1 mirî

Li navçeya Battalgazîya Meletîyê qamyonek û teraktorek li hev qleibîn, di encama qezayê de şofêrê teraktorê canê xwe ji dest da.
Qeza, li ser rêya Meletî-Xarpêtê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, qamyone bi plaqeya 23 AEH 140 a ku navê şofêrê wî nehat hînbûn û teraktora bi plaqeya 02 AFU 538 a ku di bin îdareya Halîl Şahîn de bû li hev qelibîn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.
Ekîbên tenduristîyê îfade kirin ku şofêrê teraktorê Halîl Şahîn li cîhê bûyerê canê xwe ji dest daye.
Cenazeya Şahîn, piştî lêkolîna dozgerîyê ji morga Sazîya Tipa Edlî ya Meletîyê re hat rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bertekên li hember wêneyên çar zarokên di navbera 3 û 10 salî de li Dîyarbekirê berdewam dikin ku ji teref birayên xwe yên damarî ve îşkence li wan tê kirin û bi pisîya heywanan tên xwedîkirin.
Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê, daxuyand ku ji îro pê ve ew ê germahîya hewayê ji rojavayê dest pê bike û belavê seransaerê welat bibe. Wê li hinek herêman germahî heta 12 dereceyan derkeve ser germahîya demsalê.
Li navçeya Çinar a Dîyarbekirê, piştî ku hinek hesabên medyaya civakî û dezgehên medyayê wêneyên zarokên ku bi pisîya heywanan tên xwarin parve kirin, zarok ketin bin parastina dewletê û derbarê wan kesan de lêpirsîn hate destpêkirin.
Encamên Îmtîhana Saziyên Xwendina Bilind (YKS), ku bi mîlyonan xwendekar bi kelecan li bendê bûn, hatin eşkerekirin.