Li Meletîyê du wesayît li hev ketin: 6 birîndar
Li navçeya Yeşilyurt a Meletîyê, di qezaya trafîkê ya ku du wesayît tê de bûn de şeş kes birîndar bûn.
Qeza, li ser Rêya Bazinî ya Bakur a Taxa Yaka ya navçeya Yeşîlyurtê qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 01 CUF 60 ku ji hêla Z.U.O. ve dihat ajotin û wesayîta bi plaqeya 01 DJZ 53 ku ji hêla Î.A. ve dihat ajotin ji ber sedemek hêj nediyar li hev ketin.
Di qezayê de her du wesayît bi temamî şewitîn û ajokar I.A. û Z.U.O., û rêwiyên bi navê BG, VT, YC, û YD birîndar bûn.
Piştî xeberdyaînê, ekîbên tenduristiyê, îtfaîyeyê û polêsan bo cihê bûyerê hatin şandin.
Piştî wergirtina dermankirina destpêkê ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve li cihê bûyerê, birîndar bi ambulansê ji bo dermankirina zêdetir rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêveberiya Mafên Mirovan û Karûbarên Hiqûqî ya HUDA PARê, di salvegera Qetliama Zîlanê de daxuyaniyek weşand û got, "Bi navê edalet, rastî û aştiya civakî, em rayedarên dewletê vedixwînin ku bi vê berpirsiyariya dîrokî re rû bi rû bimînin."
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Komeleya Ahbapê dimeşîne de, ji bo serokê komeleyê Haluk Levent fermana girtinê hat dayîn.
Tevgera Dawet û Ciwanan li meydana Hazretî Suleyman a li navçeya Sûrê ya Dîyarbekirê ji bo malbat û zarokan çalakiyek li parqê li dar xist.