Li Mêrdînê du wesayît li hev ketin: 1 mirî, 4 birîndar
Li navçeya Qosera Mêrdînê, di qezayek trafîkê ku du wesayît li hev qelibîn de, kesek mir û çar kes jî birîndar bûn.
Qeza, doh bi şev li herêma Riya Akdogan a Taxa Gumuşdereyê ya navçeyê qewimî.
Du wesayîtên bi plakayên 55 ARP 58 û 47 MA 5275 li hev qelibîn; navên şofêran nehatin diyarkirin.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di qezayê de Abdulkadir K. (74) li cihê bûyerê canê xwe ji dest da, Zubeyîr B., Rojda E., Ahmet B. û Sihem H. birîndar bûn.
Mirovên birîndar piştî dermankirina ewil a li cîhê bûyerê bi amnûlansan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê re hatin rakirin.
Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
26 koçberên bêdestûr ên di qeyikeke lastîkî de ku ji teref ekîbên Ewlekariya Peravê ve li peravên navçeya Foça ya Îzmîrê hatibûn rawestandin, hatin girtin.
Li navçeya Nurdagi ya Entabê erdhejek bi lerza 4.6an çêbû.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, piştgirî da banga Ebû Ubeydeyê bo welatên garantor û ji Tirkîye, Qeter û Misirê xwest ku tavilê dev ji helwesta xwe ya pasîf berdin.