Li Mêrdînê di navbera du koman de pevçûna çekdarî: 1 mirî 3 birîndar
Di şerê çekdarî de ku tê îddîakirin li navçeya Qosera Mêrdînê ji ber deynan di navbera du koman de derketiye, M.A.S. (32) canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.
Bûyer, îro dana nîvroyê li Kolana 115emîn a Taxa Ersoylu ya navçeyê qewimî.
Tê îddîakirin ku di navbera du koman de ji ber deynan nîqaşek derketiye. Di demek kurt de nîqaş veguheriye şerê çekdarî. Di şer de Ş.Ç. (53), MAS (30), H.Ç. (42) û M.A.S. (32) birîndar bûne. Piştî xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polêsan hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar ji teref piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.
Hat îfadekirin ku MA.S. digel temamî midexeleyan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da
Hat ragihandin ku cenazeyê M.A.S. ji bo otopsiyê ji morga nexweşxaneyê re hat birin. Di heman demê de, hate hînbûn ku rewşa H.Ç. jî giran e.
Derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Walîtîya Rihayê ji bo pêşîgirtina li şewatên ku dibe ku di demsala çinîna genim de çêbibin, Fermana Giştî ya Hejmar 2026/3 derxist. Bi vê biryarê re, pirêze qedexe ye, û li dijî kesên ku rêziknameyan bicîh neynin, ew ê tedbîrên îdarî û qanûnî werin girtin.
Li navçeya Ardeşen a Rîzeyê, di qezayeke trafîkê ya zincîrî de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn, hat hînbûn ku yek ji wan giran e.
HUDA PARê, bi armanca ku terorîzm û tundiyê bi tevahî ji rojeva Tirkîyê were derxistin û rewşeke aştî, aramî û ewlehiyê ya civakî were avakirin, "Pêşnûmeya Qanûnê ya Derbarê Rêxistinên Terorê yên Hatine Hilweşandin an jî yên ku Hatine Fesixbûyî" pêşkêşî Meclîsê kir.