Li Kirikkaleyê otobuseke rêwîyan qulipî: 41 birîndar
Li Kirikkaleyê qezayek trafîkê çêbû, otobuseke rêwiyan a ku ji Tekirdaxê ber bi Qeyserîyê ve diçû kontrola xwe winda kir û qulipî. Di encama qezayê de 41 kes birîndar bûn û şofêrê otobusê jî hate binçavkirin.
Qeza, li ser rêya Kaman-Enqereyê ya li nêzîkî Nexweşxaneya Dewletê ya Karakeçili qewimî.
Li ser raporên ji kesên ku li wir diman, piştî ku otobus ji ber windakirina kontrola şofêr wergeriya, AFAD, ekîbên tenduristiyê, îtfaîye, cendirme û polês ji cihê bûyerê re hatin sewqîkirin.
Li gorî raporên ewil, di qezayê de 38 rêwî, 2 şofêr û alîkarê şofêr birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa sê ji birîndaran giran e. Piştî tedawîyên ewil mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Waliyê Kirikkaleyê Huseyîn Engîn Sariîbrahîm li cihê bûyerê axivî û diyar kir ku dibe ku qeşaya ku di sibehê de çêbûye rê şemitok kiribe û qeza jî ji ber vê sedemê çêbûbe. Walî her wiha bal kişand ser girîngiya bikaranîna kemberên ewlehiyê jî.
Sariîbrahîm piştî qezayê ji rêwiyan re lîfayê daxwaz kir û ragihand ku şofêrê otobusê hatiye binçavkirin û lêpirsîna edlî ya li ser bûyerê berdewam dike. Walî paşê cihê qezayê lêkolîn kir û ji rayedaran agahî stand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
36emîn Lûtkeya Serokan a NATOyê îro li Qesra Serokkomariyê ya li Enqereyê dest pê dike.
Li navçeya Menderesa Îzmîrê 34 koçberên ku di nav bota lastîkî de bûn ji teref ekîbên Ewlehîyê ya Sehlê ve hatin qefaltin.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, derbarê ronîkirina Pira Fatih Sultan Mehmet bi rengên ala Emrîkayê de got, "Bi hêzên gerdûnî yên ku bi torên qirêj ên wekî Epstein ve girêdayî ne re dostaniyek çênabe. Divê ev şaşî tavilê were rawestandin."