Li Herêma Kurdistanê krîza sîyasî kûrtir dibe: YNK ji hikûmetê vekişîya
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand ku ew wekî YNKyê rûniştina Parlamentoya Kurdistanê nas nakin û ji hikûmetê vedikişin.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, piştî civîna Encumena Serkirdayetiya YNKyê ya li Silêmaniyê, li ser çalakbûna Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek da.
Li gorî agahiyan piştî biryara vekişînê, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û ekîba YNKyê ya di hikûmetê de ew ê ofîsên xwe yên li Hewlêrê biterikînin û vegerin Silêmanîyê.
Bafil Talebanî li ser avakirina hikûmetê weha got, “Her carê ku bipêşketinek çêbûbe, hatiye têkdan. Serkirdayetiya partiyê desthilat daye min ku ez biryaran bidim. Ji vê kêliyê ve em ji vê hikûmetê vedikişin. Em ji bona ku çi ji bo xelkê herêma me pêwîst be em ji wan re bikin ew ê hemû hêza xwe bi kar bînin."
Parlamento piştî du salan civiya
Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştî nêzîkî du salan cara yekem civiya û serok û alîkarê serokê parlementoyê hilbijartin.
Lê belê, YNK û Tevgera Nifşê Nû beşdarî rûniştinê nebûn. Boykotkirina YNK û piştre ragihandina vekişîna ji hikûmetê, dubendiya sîyasî ya di navbera PDK û YNKê de li Herêma Kurdistanê dîsa anî rojevê.
Daxuyaniyên Bafel Talabanî nîşan didin ku nakokiya di navbera her du partîyên mezin ên Kurd de li ser sazî û karmendên îdarî yên hikûmeta herêmê dikare hîn kûrtir bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma vekirina projeya stratejîk a rêya (Korê – Şeqlawe – Qendîl) de, gotarek pêşkêş kir.
Wezîra berê ya Malbat û Polîtîkayên Civakî, Fatma Betul Sayan Kaya, ku di çarçoveya lêpirsîna danûstandinên bazara sermayeyê de daxuyaniyek nû da, ji ber "îxlalkirina Qanûna Bazara Sermayeyê" û "endambûna rêxistineke ku ji bo kirina sûc hatiye damezrandin" hate girtin. Hevjînê wê Îlyas Kaya, û Serokê berê yê Lijneya Bazara Sermayeyê, Îbrahîm Omer Gonul, bi çavdêriya dadwerî hatin berdan.
Walîtiya Afyonkarahîsarê ragihand ku di êrîşên çekdarî yên li bajêr de 8 kes mirine û kesek jî bi giranî birîndar bûye. Wan diyar kir ku pêvajoya dadwerî ya der barê bûyerê de bi baldarî tê meşandin.