Li Dîyarbekirê kelecana YKS: Hinek namzed dereng man
Bi hezaran namzed û xwendekar di saetên serê sibehê de ji bona ku bikevin îmtîhana YKSê birê ketin û di eywanên îmtîhanê de cîhê xwe girtin. Di wê kelecanê de hat dîtin ku hinek namzed dereng jî man.
Ji bo îmtîhana YKSê gelek xwendekar û namzed ber bi dibistanan ve çûn û malbatê namzedan jî li baxçeyan li bêvîya zarokên xwe sekinîn.
Li seranserê welat jî wezîfedar li ber dibistan û eywanan hebûn ku hem ji bo ewlehîyê bicîhbînin hem jî ji bona ku namzedên bi xeletî hatine cîhên xelet wan bibin cîhên wan ên rastîn an jî cîhên wan ên rastîn nîşanê wan bidin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ekîbên polêsa li Mûşê di nav wesayîtekî de lêgerîn kirin, di encamê de 60 kîlo skunk hat bidestxistin.
AFADê diyar kir ku li Behra Spî di mezinahîya 5,3yan de erdhejek çêbû.
Li navçeya Samsat a Semsûrê, wesayîtek ji paş ve li trektorekî xist, di encama qezayê de 1 kes canê xwe ji dest da, 1 kes jî birîndar bû.