Li Dîyarbekirê dozeke xwînsar: 4 zarok neçar man ku pisîya heywanan bixwin

Li navçeya Çinar a Dîyarbekirê, piştî ku hinek hesabên medyaya civakî û dezgehên medyayê wêneyên zarokên ku bi pisîya heywanan tên xwarin parve kirin, zarok ketin bin parastina dewletê û derbarê wan kesan de lêpirsîn hate destpêkirin.
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û got, "Ev daxuyaniya jêrîn derbarê post û nûçeyên ku îro li ser hinek hesabên medyaya civakî û dezgehên medyayê de derketine û îddîa dikin, 'Îddîayek tirsnak li Dîyarbekirê: 4 zarok bi pisîya heywanan hatin xwedîkirin' Zarokên ku mijara nûçe û postên medyaya civakî bûn, di bin parastina dewletê de ne. Wezareta me li dijî kesên têkildar giliyê sûc vekiriye. Wekî Wezaret, em ê pêvajoya qanûnî ji nêz ve bişopînin û di doza ku dê were vekirin de mudaxele bikin."
Daxuyanî weha domand, "Her wiha, Rêveberiya Rêberî û Teftîşê ya me li dijî karmendên peywendîdar ên ku di derbarê vê raporê de ku gihîştiye navenda bangê ya Wezareta me bi xemsarî tevgeriyane, lêpirsînek da destpêkirin."
Walîtiya Dîyarbekirê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Pêvajoya derbarê nivîs û nûçeyên bi sernavê ‘Îddîaya tirsnak li Dîyarbekirê’ yên li ser hinek hesabên medyaya civakî û dezgehên çapemeniyê de ji teref Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Walîtiya me ve bi baldarî tê şopandin. Agahiyên pêwîst dê bi pêşketinên li ser mijarê ji raya giştî re werin dayîn." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bertekên li hember wêneyên çar zarokên di navbera 3 û 10 salî de li Dîyarbekirê berdewam dikin ku ji teref birayên xwe yên damarî ve îşkence li wan tê kirin û bi pisîya heywanan tên xwedîkirin.
Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê, daxuyand ku ji îro pê ve ew ê germahîya hewayê ji rojavayê dest pê bike û belavê seransaerê welat bibe. Wê li hinek herêman germahî heta 12 dereceyan derkeve ser germahîya demsalê.
Encamên Îmtîhana Saziyên Xwendina Bilind (YKS), ku bi mîlyonan xwendekar bi kelecan li bendê bûn, hatin eşkerekirin.