Li dijî 2 şaredarîya CHPê operasyon bêrêtîyê: Şaredar hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsînên bêrêtî û bertîlê yên ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve têne meşandin de, li dijî şaredariyên Balçova û Seferihisarê operasyon hatin kirin. Di operasyonan de bi tevî her du şaredaran 24 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de, Şaredarê Balçovayê Onur Yigit û diya wî Meryem Yigit di operasyoneke li dijî Şaredariya Balçovayê de hatin binçavkirin. Her wiha hat hînbûn ku endamê Meclîsa Şaredariya Guzelbahçeyê û Parlamenterê Îzmîrê yê berê yê CHPê Doğuş Bayir jî di nav kesên hatine binçavkirin de ye.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Giştî ve tê meşandin de, operasyonek hevdem li Şaredariya Seferihisarê jî hat kirin. Şaredarê Seferihisarê Îsmaîl Yetişkin di nav kesên ku di operasyonê de hatin binçavkirin de bû.
Lêpirsîna li ser îddîayên bêrêtî û bertîlê berdewam dike. Şikdarên ku hatine binçavkirin hêna jî li qereqola polêsan têne lêpirsîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli di daxuyaniyekê ku li Meclisêda de, bal kişand ser krîza mirovî ya li Xezzeyê û ji welatên garantor xwest ku bi lez mudaxele bikin.
Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Faruk Dînç, diyar kir ku hemû tiştên ku zerara wê ya civakî heye wek tiryak, qumar, fuhuş û eraq divê werin qedexekirin.
Agirê ku li gundê Qirtê ya navçeya Rezan a Dîyarbekirê li zevîyeke genim derket, ji ber bayê zû belavî devera niştecihbûnê bû. Gelek deverên çandinî bûn xwelî.