Li Çeneqeleyê qezaya trafîkê: 2 kes mirin
Li navçeya Çan a Çeneqeleyê, wesayîtek piştî ku li qamyonekê ket agir girt. Du kesên di wesayîtê bûn de mirî hatin dîtin, şofêrê qamyonê jî bi birîndarî ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Qeza, li nêzîkî Paşakoy a navçeya Çan, li ber benzînxaneyekê qewimî.
Li gorî îddîayan, wesayîta ku plaqeya wê hêna jî nehatiye diyarkirin, bi qasî 3 kîlometreyan li pişt cihê qezayê bi wesayîteke din re qezayek sivik kiriye. Piştî ku ji cihê bûyerê derketiye, li ber benzînxaneyê li qamyoneke ku ji alîyê T.B. ve dihat diajotin û ji Çeneqqeleyê ber bi Çanê ve diçû, qeza kiriye.
Ji ber pevçûnê wesayît şewitî. Kesên ku li rê bûn pêşî hewl dan ku agir bi amûrên vemirandina agir vemirînin. Piştî xeberdayînê, ekîbên cenderme, îtfaîye û tenduristî sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Agir ji aliyê ekîbên îtfaîyeyê ve hate kontrolkirin, lê belê hate diyarkirin ku her du kesên di wesayîtê de mirine.
Di qezayê de şofêrê qamyonê T.B. birîndar bû. Ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çanê, û hat hînbûn ku birînên wî ne xetereya jiyanê ne.
Cendermeyan derbarê sedema qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di çarçoveya "Meha Mijdarê, Meha Eshabîyan" de, Weqfa Evîndarên Pêxember ku her sal ji bona ku jiyana eshabeyên cuda vebêje li gelek bajarên Tirkiyeyê bernameyan li dar dixe, vê salê jî li Stenbolê bernameyek bi mijara "Stêrkên ku Rêya Me Ronî Dikin" li dar xist û perçeyên ji jiyana Hezretî Hefsa Bint Omer û Xalid Bin Welîd pêşkêş kirin.
Projeya "100 Bajar, 1000 Navçe" ku vê dawiyê ji nû ve derketiye holê, li Cirîzê heyecanek çêkiriye. Xelkê navçeyê, ku ji gelek şaristaniyan re malovaniyê kiriye, bi kelecanek mezin li benda bicihanîna sozên berê û ragihandina mizgîniyê di zûtirîn dem de ne.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand hişyariya ku îro êvarê dest pê dike, tê texmînkirin ku heta roja Sêşemê 10ê Mijdarê saet 10:00ê sibehê bidome.