Li Bolûyê otobûs qeza kir: 5 jê giran 15 birîndar
Li Bolûyê, ji ber ku otobûseke rêwiyan li ser Rêya Anadoluyê kontrola xwe winda kir û li bariyerek û tabelaya cihê bêhnvedanê qelibî, 15 kes birîndar bûn ji wan jî 5 kes giran in.
Qeza, li ser Rêya Anadoluyê ya ber bi Stenbolê ve qewimî.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, otobûsa bi plakaya 46 DC 111 a şîrketa Vip Kahramanmaraş Turizm û ber bi Stenbolê ve diçû, kontrola xwe winda kir û li bariyeran û tabelaya li deriyê qada bêhnvedanê qelibî.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, îtfaîye, cendermeyan û ekîbên rêyên bejahî hatin şandin.
Di qezayê de 15 kes, tevî şofêr, birîndar bûn. Mirovên birîndar bi ambûlansê ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.
Tê ragihandin ku rewşa pênc birîndaran giran e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bexşandina pereyê heftane yê Muhammed Huseyin Akyuz ji bo Komeleya Karwana Hêvîyê a Entabê, ji bo kesên hewcedar li Xezzeyê, ji teref gelek kesan ve hat pesinandin.
Tê gotin ku NATOyê, piştî nîşandana wêneyên dijî Trump û dijî Netanyahu, ceryana baregeha HUDA PARê ya li Enqerê qut kiriye.
Li navçeya Korfez a Qocaelîyê di febrîqeyeke boyaxê de şewat derketibû di encama wê şewatê de kesekî canê xwe ji dest da, 2 karker jî birîndar bûn. Şewata ku derketibû bi midexeleya qasî 3 saetan hat kontrolkirin.