Doh êvarî bi balafirên bê însan ên çekdar êrîş li Sehaya Xazê ya Kor Morê ya li Silêmanîyê hat kirin.
Di encaama êrîşa ku hat kirin de li tesîsa xazê teqîn pêk hat û şewat derket. Hat hînbûn ji ber êrîşê 4 karker canê xwe ji dest dan û di tesîsê de zirareke mezin pêk hat.
Serokê Şaredarîya Çemçemalê Rumak Remezan derbarê mijarê de destnîşan kir hêj ti kesî êrîşê negirt li ser xwe.
Fermandarîya Operasyonên Hevpar jî derbarê mijarê de destnîşan kir, kesên ku êrîşê li dar xistine dê bên cezakirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî derbarê mijarê de daxuyanîyekê belav kir û êrîşa ku hat kirin şermezar kir.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Êlihê palehîya ewil a çîlekê ya ku îsal dest pê kir dewam dike, hilberînerên çîlekê diyar kirin ku ji ber barana dawîn randiman gelekî kêm kiriye.
Qefîleyên ewil yê dewra hecê ya sala 2024an, ji teref xizm û hezkirîyên wan ve ji axên pîroz re hatin oxirkirin.
Tirkîye, ji îro şûnda dikeve bin tesîra toza çolê ku ji Erebistan û Efrîqayê were.
Li Kîlîmlîya navçeya Zongildaxê pîrejina 89 salîya ku trêna barê lê qelibî mir.