Di encama operasyonên ku li 42 bajaran li dijî tiryakfiroşan hatin kirin de 321 kesên şikdar hatin binçavkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Wezîr Yerlîkaya destnîşankirin li bajarên ku di nav de bajarên mînaStenbol, Konya, Riha, Manisa, Samsun, Xarpêt, Entabê, Sakarya, Denizli, Adana, Osmaniye, Sêwas, Ankara, Wan, Bedlîs, Erzurum, İzmir, Mêrsîn, Çewlig, Kırklareli, Tekirdağ, Mereş, Isparta, Meletî, Çorum, Diyarbekir, Balıkesir, Semsûr, Kırşehir, Ordu, Antalya, Aydın, Mûş, Trabzon, Muğla, Kırıkkale, Kütahya, Kayseri, Bursa, Afyonkarahisar, Îdir û Kocaeliyê li dijî tiryakfiroşan operasyonên hemwext hatin lidarxistin ku di encama van operasyonan de 321 kesên şikdar hatin binçavkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di du operasyonên cuda yên ku ji aliyê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Diyarbekirê ve li dijî kesên ku wê hebên narkotîkê bînin bejahiya navçeya Licê û baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî hat kirin de 536 kîlo esrar û 994 hebên narkotîkê hatin bidestxistin.
Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat destnîşan kir ku daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê rejîma îşxalker a sîyonîst rastiyê nîşan nadin û destnîşan kir ku ew li pişt biryara mueyîdeyê ne.
Hilberînerên hungiv ên ku par ji ber germa zêde û guherîna avhewayê kêmbûneke cidî di berhema hungivan de dîtin, ji ber barîna baranê hêvî dikin ku îsal randimana hungivan zêde be.
Li navçeya Defneya Hetayê ambûlansa ku di rê de diçû şewitî.