Li Êlihê li ser derbasbûna peyayan motorsîkletê qeza kir: 2 birîndar bûn
Li Êlihê, motorsîkletê li jinekê xist ku dixwest li ser derbasbûna peyayan rê derbas bike, di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Li Êlihê li ser Bûlwara Turgut Ozal li ser derbasbûna peyayan li hember Mala Mamosteyan di qezayeke trafîkê de 2 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, jinek ku navê wê nehatiye eşkerekirin, dema ku hewl dida rê derbas bike, motorsîkletê lê da. Ji ber lêdanê jin ket erdê û şofêrê motorsîkletê jî ket ser rê.
Jin û şofêrê motorsîkletê ku di qezayê de birîndar bûn, ji ekîbên tenduristî yên ku ji cihê bûyerê re hatine şandin, dermankirina destpêkê wergirtin.
Birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê û tên dermankirin.
Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Emrîkayê biryar da ku Umut Altaşê firar ê ku li wir hatiye girtin, teskîmê Tirkîyeyê bike.
Li Bedlîsê, polêsan qamyonek rawestandin û di hundirê qamyonetekê de 30 koçberên neqanûnî dîtin. şikdarek, ku wekî tevlî operasyona qaçaxçîtiya koçberan bûye, hate girtin û şandin girtîgehê.
Li Bazarcixa Mereşê di mezinahîya 4,4an de erdhejek rûda.
Yekem çinîna genim li navçeya Artuklu ya Mêrdînê pêk hat. Genim bi 17 Lîreyên Tirkî ji bo her kîloyekê hate pêşkêş kirin.