Karabulutê di Çemê Sarûmê de winda bûbû piştî 17 rojan mirî hat dîtin
Vedat Karabulut ê 33 salî ku di 14ê Hezîranê de li navçeya Genç a Çewlikê di Çemê Sarûmê de ji ber avê winda bûbû, di roja 17an de mirî hat dîtin.
Vedat Karabulut (33) ku di 14ê Hezîranê de li Çemê Sarûmê ya navçeya Genç a Çewlikê piştî ku ji teref avê ve hat birin winda bû, di roja 17emîn a lêgerînê de mirî hat dîtin.
Bûyer, li Çemê Sarûmê ku di navbera mezraya Kaymaz a gundê Sağgöze ya navçeya Genç û navçeya Lice ya Dîyarbekirê de ye qewimî. Karabulut, ku bi hevalên xwe re ji Dîyarbekirê ji bo pîknîkê hatibû herêmê, ji bona ku xwe hênik bike ket nav avê. Piştî demekê, dema ku hewl dida derbasî aliyê din ê çem bibe, ji aliyê herikîna avê ve winda bû.
Piştî xeberdayînê, ekîb ji herêmê re hatin şandin û operasyoneke lêgerîn û rizgarkirinê ya berfireh bi koordînekirina AFADê dest pê kirin. Di operasyonê de ekîbên cendirmeyan, polêsên noqî avê yên ji Fermandariya Koma Binav Avê ya Daîreya Polêsan a Xarpêtê, ekîbên JAK ji Dîyarbekir û Dêrsimê, û ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji Daîreya îtfaîyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê beşdar bûn. Di lêgerînê de kamerayên binav, dron û makîneyên giran hatin bikar anîn.
Cenazeyê Karabulut di roja 17emîn a lêgerînê de, bi qasî 2.5 kîlometre dûrî cihê ku ew winda bû, di bin stûna darekê de hat dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê morga nexweşxaneyê re hat birin. Lêpirsîna bûyerê berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Colemêrgê ji teref ekîbên cendermeyê ve operasyona tiryakê hat lidarxistin, di encamê de 503 kîlo esrar hat bidestxistin, şikdarek jî hat binçavkirin.
Kabîneya Serokkomarîyê îro ew ê di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de bicive û tê texmînkirin ku meseleyên ewlehîya sînor, şewatên daristanan, micadeleya bi enflasyonê re û rojeva derve were nirxandin.
Şêx Seîdê ku bi gotinên xwe yên "Ez natirsim ku li van sêdarên bêqiymet bêm daleqandin. Muheqqeq micadeleya min ji Xwedê û dînê wî ye." di 101emîn salvegera şehadeta xwe de tê yadkirin.